• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî Gorranê eşkere kir ku YNK çima daxwaza paşxistina hilbijartinan dike

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Berpirsekî Gorranê eşkere kir ku YNK çima daxwaza paşxistina hilbijartinan dike
Berpirsekî Gorranê dibêje, YNK ji ber arîşeyên xwe yên hundir daxwaza paşxistina hilbijartinên Kurdistanê dike.

Endamê civata giştî ya Gorranê, Xelîl Serkanî ji BasNewsê re behsa hilbijartinên Kurdistanê kir û got, Gorranê daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û dixwaze hilbijartin di roja xwe de were kirin.

Xelîl Serkanî li ser daxwaza YNKê jî got, wisa xuya dike YNK ji ber arîşeyên xwe yên hundir daxwaza paşxistina hilbijartinan dike. Helbet ev ne rast e. Madem te arîşeyên hundir hene rûnê û xwe li ber çavan re derbas bike û xeletiyên xwe serrast bike.

Hilbijartinên Kurdistanê 30 Îlona îsal tên kirin.

Basnews
Top