• Tuesday, 24 February 2026
logo

Jiyana çiyagerê navdarê kurd Mihemed Ewraz dibe fîlm

Jiyana çiyagerê navdarê kurd Mihemed Ewraz dibe fîlm

Jiyana çiyagerê navdarê kurd Mihemed Ewraz dibe belgefîlm.

Derhênerê kurd û xwedanê kompaniya çêkirina fîlman ya Lavanfîlm, Îbrahîm Seîdî biryar daye belgefîlmekê li ser jiyana çiyagerê navdarê kurd yê Rojhilatî, Mihemed Ewraz çêbike.

Bo vê mebestê jî wî derhênerê kurd bang li her kesî kiriye, eger li ba wan dîmen, wêne û bîranînên bi Mihemed Ewraz re hene, bo wî bişînin da ku belgefîlm dewlemendtir bibe.

Malpera kurdî ya “Haje” ragehandiye, navê belgefîlmê “pêngava dawî ber bi esmanan ve” ye.

Mihemed Ewraz sala 1969 li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 2003 li Pakistanê dema hildikişiya ser çiyayê Gaşirbrom, ket bin aşûtê û birîndar bû.

Mihemed Ewraz piştî ku 20 rojan li nexweşxanê ma, canê xwe ji dest da.

Mihemed Ewraz gelekî aktîv bû û bi ser gelek çiyayên bilind yên cîhanê de bi ser ketibû.

Çiyagerê navdarê kurd sala 1998 hilkişiyabû ser çiyayê Everestê de ku bilindtirîn çiyayê cîhanê ye (8849 m).

Mihemed Ewraz sala 2002 wek çiyagerê salê li Îranê hat hilbijartin û hat xelatkirin.

 

 

Basnews

Top