• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tehran piştgirî dide Enqerê

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Tehran piştgirî dide Enqerê
Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên derbarê aboriya Tirkiyê de got ku ev yek "şermker e".


Muhemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê aboriya Tirkiyê de "şermker" e û got:



“Trump bi ser Tirkiyeya hevpeymana NATOyê de dijwariyên aboriyê disepîne û ev yek şermker e. Divê Amerîka xwe bi dorpêç û zordariyê ve girênede, egerna hemû welatên cîhanê ji bo ku zextê lê bikin, dê ji şermezarkirinan zêdetir bikin. Em berê jî li gel cîranên xwe bûn û niha jî emê li gel wan bin.”








Javad Zarif

@JZarif
Trump's jubilation in inflicting economic hardship on its NATO ally Turkey is shameful. The US has to rehabilitate its addiction to sanctions & bullying or entire world will unite—beyond verbal condemnations—to force it to. We’ve stood with neighbors before, and will again now.

10:30 AM - Aug 11, 2018
1,300
604 people are talking about this
Twitter Ads info and privacy



Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Amerîkayê ji bo zêdekirina heqê gumrigê yê hesinê pola bi rêjeya %50, dem diyar kir û ragihand ku 13ê Tebaxê dest pê dike.



Daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat belavkirin, eşkere dike:



“Ji bo kêmkirina hawirdeya hesinê pola û zêdekirina bikaranîna berhemên navxweyî, min biryar da ku ji 13ê Tebaxê şûnde, gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawidekirin, pêwîst e bi rêjeya ji sedî 50 were kirin û ev guncaw e.”



Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross jî di daxuyaniya xwe de got: “Serok Trump rêjeya %25 a gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawirdekirin, bo %50 zêde kir.”



Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, heqê gumrigê yê li ser pola û alumînyumê dê bike du qat û %50 û %20 baca gumrigê li ser wan bisepîne.

Rudaw
Top