• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sipaha pasdaran: Li Şino 11 çekdar hatin kuştin

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Sipaha pasdaran: Li Şino 11 çekdar hatin kuştin
Sipaha pasdaran ya Îranê dibêje, hêzên wan li nêzîkî bajarê Şino li “tîmeke terorîstan” dane û herî kêm 11 ji wan kuştine.

Qerargeha Hemze ya sipaha pasdarên Îranê ragihandiye, şeva borî li nêzîkî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, “tîmeke terorîstan” ket kemîna pasdaran, di encam de herî kêm 11 ji wan hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya sipahê, wan dixwastin ji Başûr derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin lê ji aliyê pasdaran ve hatin tinekirin.

Heta niha nayê zanîn ew kesên çekdar kî bûne û girêdayî çi partî yan rêxistinekê bûne. Ti partî û rêxistineka Kurdistanî jî li ser wî şerî tiştek negotiye.

Basnews
Top