Bexda: Em neçar in cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê cîbicî bikin
Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîrtiya Iraqê Sedî Hedîsî ragihand: “Iraq di çarçoveya sepandina cezayên Amerîkayê bo ser Îranê neçar e di danûstandinên bazirganî yên li gel Îranê de dest ji bikaranîna dolar berde.”
Hedîsî diyar kir, ku di pileya yekemîn de dê ceza bandorê li hewaleyên darayî û danûstandinên bankî bike, ku dolar bikar dihînin.
Sedî Hedîsî da zanîn, ku herdu aliyan jî li ser dûrketina ji dolarê li hev kirine.
Berdevkê Nivîsîngeha Ebadî got: “Di bin cezayên Amerîkayê de zehmete bikarin asta niha ya bazirganiya di navbera Iraq û Îranê de biparêzin. Bi armanca piştgiriya peywedniyên bazirganî yên di navbera herdu welatan de û herwiha kêmkirina bandora cezayan hikûmeta Iraqê kar li ser pêşxistina mekanîzmayekî nû tê kirin.”
Ji aliyê din ve Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê, Muzhîr Salihî jî ragihand: “Îran û Iraq ji aliyê aborî û bazirganî ve tevlî hev bûne. Îran gazê dide Iraqê û %35ê elektrîka Iraqê dabîn dike.”
Muzhîr Salihî da xuyakirin: “Cezayên AmeRîkayê bandorê li ser geştiyariya ayînî ya Iraqê dike ku her sal nêzîkî 3 milyon geştiyarên Îranê serdana navçeyên ayînî yên Iraqê dikin.”
Salihî da zanîn: “Kerta taybet a Iraqê salane zêdetirî 7 milyar dolar kelûpel û alavên xizmetgûzariyê ji Îranê hawirde dike.”
Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê anî ziman ku ji bo Iraq xwe ji encamên nerênî yên cezayên Amerîkayê biparêze, liv û tevger dîplomatîkî heye lê eşkere nekir ka ew liv û tevger çi ye.
Di çarçoveya pêngavên Iraqê de Banka Navendî ya Iraqê roja 6ê Hezîrana îsal nivîsînek belav kiribû û ragihandibû ku cezayên li ser bankeyên Îranê yên li Iraqê kar dikin, tenê kar bi dolar û euro vedigire û pêwîste bankeyên Îranê bankeyên din peyda bikin ku bi pereyên din kar dikin.
Rudaw
