• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir!

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir!
Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya temambûna kongreya Yekitiye Lawên Demokratên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyam waha ye:

Rêz û Silav..

Bi helkefta bidawîbûna karên heştemîn kongreya rêxistina we ya têkoşer ya bi navê "Kongreya Pêşmerge" û hilbijartina rêveberiyeke nû, germtirîn pîrozbahî li we dikim.

Yekitiya Lawên Demokratên Kurdistanê nûneratiya beşekî giring ê welatê me dike, li gel wê jî dîroka serfiraz a vê rêxistinê û hizir û karînên lawan, derfetê ji we re peyda dike, ku hûn wekî her dem pêşeng bin.

Hêvîdarim rêxistina we li ser bingehên hizrî û serdemane, xwe ji bo pêşeroja gelê me amade bike û mil bi milê çînên din, ji bo Kurdistaneke bihêz têkoşînê bike.

Ji bilî pîrozbahiyê dubare, spasî û destxweşiyê ji serkirdatiya we ya berê dikim ku ji kongreya derbasbûyî heya niha xizmeteke hêjayî lawên Kurdistanê kir.

Hêviya bi serkeftin û destkeftên bêhtir ji bo Yekîtiya we ya têkoşer dikim.

Li gel rêzên min...

Birayê we

Mesrûr Barzanî

2018/8/10

Basnews
Top