• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê projeya Bendava Farqînê aktîv dike

Gulan Media August 11, 2018 Nûçe
Hikûmeta Tirkiyê projeya Bendava Farqînê aktîv dike
Tevî bertek û nerazîbûnan, hikûmeta Tirkiyê piştî ku karnameya xwe ya 100 rojî eşkere kir, xebatên xwe yên çêkirina bendavên li Bakurê Kurdistanê lezgîntir kirin. Projeya bendava Farqînê ku piştî bendava Ataturkê, li Bakurê Kurdistanê mezintirîn projeya bendavê ye, li gor plana Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê dê di 5 salan de were temam kirin.



Piştî projeya GAPê mezintirîn projeya hikûmeta Tirkiyê yê li Bakurê Kurdistanê projeya bendava Farqînê ye ku hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di karnameya xwe ya 100 rojî de cîheke fireh dabûyê.



Projeya Bendava Farqînê di navbera navçeyên wek Pasûr, Licê û Farqînê de ye ku ji 8 bendavên hîdroelektrîkê, ji 23 binkeyên avdaniyê pêk tê, piştî eşkerekirina karnameya kabîneya Serokomar Erdogan, niha xebat têde bileztir têne kirin, di encama projeyê de dê 1 milyon û 134 hezar donim erdê bejî bibine erdê avî, herwiha li gor rapora hikûmetê, dê her malbat salane 50 hezar lîre sûdê ji vê projeyê werbigirin.



Serokê AK Partiyê yê Şaxa Farqînê Nîmet Aksoy dibêje ku ev proje dê bibe siberojeke ronî ji bo herêma me.



Nîmet Aksoy ji Rûdawê re eşkere kir: “Divê xelkê me baş bizanin ku ev proje ji bo wan gelek watedar e û dê sûdeke zêde jê werbigrin, bendav bendava elektrîkê û ya avdaniyê ye, lê dema ev proje bi dawî were dê aboriya vê herêmê were asta herî baş, ev proje ne tenê ji bo cotkaran e, ji bo me hemûyan e.”



Projeya GAPê ya ku di sala 1989 an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û ev 28 sal in ku li Bakur hêj temam nebûye, lê li gor projeyê dê xebatên bendava Farqînê di sala 2023 an de bi dawî were.



Serokê Odeya Avahîsazên Amedê Şerefxan Aydin heta niha bi tevî çend rêxistinên civakî yên sivîl re çalakiyên nerazîbûnê ya li hember çêkirina van bendavan li dar xistibû û ew dibêje ku armanca çêkirina van bendavan ne bi armanceke paqij e.



Şerefxan Aydin diyar kir: “Armanc ne tenê armanca hilberandina elektrîkê û avdaniyê ye, armanc dagirkirina xweza û şûnwarên qedîm e, em pê bawer in ku ev bendav ji sûdê zêdetir wê xisarê bide me.”



Li hember hemû razîbûn û nerazîbûnan niha di çarçoveya karmaneya dawî ya hikûmeta Tirkiyê de xebatên çêkirina van bendavan berdawam dike.

Rudaw
Top