KERKÛK - Tirkmen û Ereb xwe ji bo xwepêşandanan amade dikin
Piştî ku zanyarî gihiştine partiyên Tirkmenî ku hejmara dengên wan piştî hejmartina bi destan jî weke hejmartina elektronîk e û ti guhertin pêk nehatiye, daxwaz dikin ku dengên di hemû sindoqan de bi destan werin hejmartin.
Serokê Partiya Dad a Tirkmenî Emar Kehye ji Rûdawê re diyar kir: “Em ne dijminê kesekî ne û ne li dijî kesekî in.Em dibêjin baweriya me bi dadgeran heye, lewma em dixwazin hemû partî destê xwe bidin hev û ji dadgeran re bibêjin ku hemû sindoq werin hejmartin, daku xelk bawer bibe.”
Partiyên Ereb jî li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Kerkûkê li ser proseya hejmartinê doz vekirine û li gor wan bi zexta navxweyî û navdewletî, encamên hilbijartinan bêyî guhertin hat pesendkirin.
Serokê Partiya Heq a Niştimanî Hatem Taî dibêje: “Lijneya dadgeran hate Kerkûkê daku rewatî bide proseyê, lewma rêje weke xwe dimîne, çimku çêkirina hevsengiyê û destwerdana derve û navxweyî biryara dawî dide, neku dengê xelk.”
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dizane ku dengên wan kêm nebûne û hejmara kursiyan weke xwe dimîne, ji ber vê yekê ji proseyê gazindan nake û weke proseyeke serkeftî bi nav dike.
Kargêrê Melbenda 2 ya YNKê ya li Kerkûkê Elî Qelayî ji Rûdawê re ragihand: “Li gor zanyariyên ku çavdêrên me di dema cudakirina dengan de dane me, dengên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kêm nebûye û kursî jî her weke xwe dimîne. Prose bêyî pirsgirêk birêve çûye û li gor nêrîna me proseyeke serkeftî bû.”
Li Kerkûkê ji 2118 sindoqên dengan, li ser nêzîkî 480 sindoqan gilî û gazind hebûn û dengên di nav wan sindoqan de cardin bi destan hatin hejmartin. Her çi qas kursiyên ti pêkhateyek kêm nebûbe jî, piraniya partiyan hêj guman dikin.
Rudaw
