• Tuesday, 17 February 2026
logo

Karê hevpeymanan li Sûrya berev dawiyê diçe

Gulan Media August 10, 2018 Nûçe
Karê hevpeymanan li Sûrya berev dawiyê diçe
Peyvdarê fermî yê pêntagon ” Şon Robêrtson” ragihand ku operasiyona leşkerî ser bajarokê Hecîn li gundewarê Dêra Zorê belkû dawî karê leşkerî ji hevpeymaniya nêvdewletî ya li dijî DAIŞ re be li Sûrya û dibe ku rizgarkirina Hecîn du ta sê heyvan dirêj bike jiberku ew dawî baregehe ji DAIŞ re û renge berevaniyek mezin di ber hebûna xwe de bike.
Robêrtson got ku bi tevlî rizgarkirina 98 % ji deverên di jêr kontrola DAIŞ de lê gelek kar li pêşiya me û hevalbendên me heye bi jinavbirina tevahî ya DAIŞ .
Li aliyekî dî robêrtson binavkirina Turkiya ji Hêzên Sûrya Demokratîk wekû terorîst redkir ku li gorî wî ew hêz ji Ereb, Kurd, turkmen û şerkesan pêk tê û rola wan ya sereke bû di jinavbirina DAIŞ li bakur rohelatî Sûriya û ewê her berdewambin di hevkariya bi HSDê re.

Waar.tv
Top