• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan: Eger dolara wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye

Gulan Media August 10, 2018 Nûçe
Erdogan: Eger dolara wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser rewşa aborî ya Tirkiyê û zêdebûna nirxê dolarê axivî û got: “Eger dolarên wan hebe, yê me jî gelê me heye, heqê me heye, Xwedayê me heye.”



Ji ber ku bajarên Bayburt, Gumuşhane, Rîze û Trabzonê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi rêjeyeke bilind deng dane, Recep Tayyip Erdogan ji bo spasiyê duh di saet 23:40ê de gihişte Trabzonê û ji wir bi helîkopterê çû bajarê xwe Rîzeyê.



Recep Tayyip Erdogan li Rîzeyê ji aliyê xelkê herêmê ve hat pêşwazî kirin. Erdogan got: “Emê gelek bixebitin, bibezin û înşallah emê hewl bidin ku welatê xwe bêhtir modern bikin. Hûn bizanin; îro ji duh baştir e, sibe dê ji îro baştir bibe. Bila gumana we tine be.”



Erdogan li ser pirsgirêkên bi Amerîkayê re, liv û tevgera di aboriyê de û zêdebûna nirxê dolarê axivî û ragihand: “Kampanyayên cur bi cur têne meşandin. Ti car guhê xwe nedin van tiştan. Vê yekê jibîr nekin, eger dolarên wan hebe, yê me jî gelê me heye, heqê me heye, Xwedayê me heye.”



Hêjayî gotinê ye ku îro dolar li hember lîreya tirkî rekorekên nû tomar dike û dolar vê sibê ber bi 6.23 bilind bû û piştre bo 6.03 daket.



Ji ber krîza Qeşe Andrew Brunson, şanda ku ji bo mijara dorpêçên Amerîkayê yên bi ser Tirkiyê de gotûbêj bikin çûbûn Amerîkayê, hevdîtinên xwe yên ewil pêk anîn û li gor rojnameya Wall Street Journal, hevdîtin bi ser neketine û herdu alî li hev nekirine.



Piştî vegera şanda Tirkiyê ji Amerîkayê, liv û tevger kete piyaseya diravan û dolar vê sibê bû 6.23 û euro jî 7.00 derbas kir. Herwiha zêr jî di nav rojekê de 8 lîreyên tirkî zêde bû û bû 222 lîre.

Rudaw
Top