• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civîna navbera Tirkiye û Amerîkayê bê encamp bû

Gulan Media August 10, 2018 Nûçe
Civîna navbera Tirkiye û Amerîkayê bê encamp bû
Amerîka vê cezayên nû bi ser Tirkiyeyê de bisepîne
Rojnameya wall street journal belav kir ku Amerîka cezayên nû dide Tirkiyeyê.

Rojnameya Amerîka ya wall street journal derbarê civîna navbera şanda Tirkî û Amerîkî de yaku dohê hatibû lidarxistin û têde behsa azad kirina Qeşeya Amerîkî yaku li Tirkiyeyê hatiye girtin hatibû kirin, belav kir ku ev civîn bêencam bûye.

Li gor nûçeya vê rojnameyê, di civînê de şanda Tirkî û Amerîkî li hev nekirine lewre tê payîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar bide daku cezayên nû bi ser Tirkiyeyê de werin spandin.

Ev hefteyeke ku jiber vê qirîza han Amerîka ceza bi ser du wezîrên Tirk de sepandiye û jiber vê yekê jî buhayê dolarê li Tirkiyeyê gelek bilind bûye û tê gotin ku Tirkiye vê rastî qirîzeke dijwar ya abûrî were.

Top