• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl huşdarî dide Rûsyeyê

Gulan Media August 9, 2018 Nûçe
Îsraîl huşdarî dide Rûsyeyê
Îsraîl dibêje nabe s300 li Sûriyeyê werin bicîhkirin
Generalekî teqawid yê artêşa Îsraîlê derbarê bicîh kirina pergala mûşekiya S-300 ya Rûsî li Sûriyeyê huşdariyeke tund da Rûsyeyê.

Generalê teqawid yê Îsraîlî Uzî Robîn diyar kir ku eger Rûsye bixwaze pergala mûşekiya S-300an bifiroşe Sûriyeyê û li Sûriyeyê ev pergala han bicîh bike vê demê têkiliyên navbera Îsraîl û Rûsyeyê têk diçin.

Robîn herwiha diyar kir ku niha di navbera Îsraîl û Rûsyeyê de têkiliyên dostane hene û domandina wan têkiliyên dostane di destê Rûsyeyê deye.

Top