• Tuesday, 17 February 2026
logo

McGurk: Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pirseke navxweyî ye

Gulan Media August 9, 2018 Nûçe
McGurk: Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pirseke navxweyî ye
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk tekzî li ser gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got ku, wî daxwaza paşxistina Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne kiriye.

McGurk li ser rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsîbû gotinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rastin û got ku, pirsa helbijartinan pirseke navxweyî ye û bi destê serkirdeyên Herêma Kurdistanê û parlementoyê de ye, ku rewşa herêmê û Iraqê li ber çavan bigrin

McGurk tekez kir ku, ew îdiayên ciyawaz ên di vê mijarê de ne rastin.

Berî niha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî red kiribû ku, Amerîka daxwaza helbijatinên parlamentoya Kurdistanê kirine.

Herwiha Cîgirê Serokê Hikûmetê jî Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, hemû aliyên siyasî dixwazin helbijartin werin paşxistin lê aşkere nakin, PDK daxuyaniyên Talebanî red kirin û ragehand ku, PDK bi pêkanîna helbijartinan di dema xwe de ye.

Basnews
Top