Knesseta Îsraîlê çaverêya serdana şahzade yê Siûdiyê dike
Endamê parlamentoya(Knesseta) Îsraîlê Yûsî Yûna di nameyekê de ji şahzade yê Siûdiyê Mihemed Bin Selman re şandibû ku, kompiyeke nameyê jî ketibû detê BasNewsê de tê de hatiye ku, xwefxweşim ji wê bangewaziya ku, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu derbarê vexwendina şahzadeyê Siûdiyê Mihemed bin Selman bo Knesseta Îsraîlê kirî.
Wî endamê parlamentoya Îsraîlê nivîsî bû ku, armanca destpêşxeriyê rêkeftina aştiyê ye di navebra Îsraîl û welatên ereb de be di beramber de dewleta Filistîn were damezrandin.
Derbarê vê babeta û nêzîkbûna Siûdiyê û Îsraîlê medyaya erebî amaje bi wê yekê kir ku, şahzadeyê Siûdiyê dixwaze bibe wêrektirîn serokê ereban û di parlamentoya Îsraîlê de gotarekî pêşkêş bike ku, berî niha Enwer Sadat serokê koçkirî yê Misrê jî ew gav avêtibû.
Çavkaniyek ji koşka padaşayetiya Siûdiyê jî ragehand ku, di dilê şahzade yê Siûdiyê de heye geştekî dîrokî bo Îsraîlê pêkbîne û di parlamentoya Îsraîlê de bi hebûna nûnerên rêveberiya koşka Spî gotara destpêşxeriya aştiyê pêşkêş bike û ew nakokiyên dirêjxayen ên zêdeyî 70 salan e bidawî were.
Di nameya endamê parlamentoya Îsraîlê de ew yeke jî hat ku, destpêşxeriya şahzadeyê Siûdiyê xala destpêkê ye ne ya dawiyê ye, di vê qonaxê de pêwîste danûstandinên raste rast di navbera hemû aliyan bên kirin.
Yûsî Yûna dûpat kir ku, eger niyeta pak û pêwîstbûn di anvbera herdu aliyan de hebe wê demê serkirdeyên ereb û Îsraîlê dikarin rêkeftineke aştiyane pêkbînin ku, di xizmeta ewlehî û beşewendiyan hemû aliyan de be.
Wî perlementarê Îsraîlî di nameya xwe de bo şahzdeyê Siûdiyê amaje bi gotareke xwe ya di heftiya borî de li parlamentoya welatê xwe bi helkefta salroja zimanê erebî kir, tê de behsa hest û bertekên xwe berî 41 salan dema serok Enwer Sadat gotarek li Kneesta Îsraîlê pêşkêş kiribû, herwiha li bîra wî bû ku, çawe serkirdeyê mezin ê Misrê çiqla zeytûnê di dest de bû û kevokên aştiyên li ser serê wî difrîn, niha jî ew dem hatiye gaveke biwêrek ji aliyê serkirdeyên ereban bê avêtin, rojhelat navîn di rewşeke bêserûber de ye, lê ev bêserûberî tije şaştîne, taybet jî şaştiya dîrokî ya dariştina rojhelata navîna nû di çarçoveya vê armancê de pêwîste serkirde aza bêne pêş.
Parlamentarê Îsraîlî behsa wê yekê jî kiribû ku, Îsraîl û welatê kendava erebî dijminekî hevbeş hene, bi nimûne Îran dixwaze li ser pişta welatên kendava erebî rê bide terorîstan û bibe mezintirîn hêz di herêmê de, lewma eve çendîn car gefa jinavbirina Îsraîlê kiriye.
Basnews
