Navê Erdogan li meydaneke Efrînê tê kirin
Çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê navê meydana Seray ya Efrînê guhartin û kirin “Meydana Recep Teyip Eredogan”
Ev yek di demekê de ye, çend roj in grûpên çekdar navên rê, kolan û û bazarên Efrînê diguhêrin, ku navê çariyana Newroz kirine “Selahedîn el-Eyûbî” û navê çariyana Kawa jî bi “Xusin Zeytûn” û çariyana Niştimanî bi “Çariyana Suheda” guhartine.
Ev proseya guhartina navên rê, kolan û meydanên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji aliyê welatiyên Efrînê ve li ser tûra civakî rastî nerazîbûneke tund tê.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji roja 18ê Adara bûrî ve kontrol kirine û ta niha ji bilî dizî û talankirina malên Kurdan û revandina xelkê Efrînê. bi hezaran koçberên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê li mal û milkên Efrîniyan tên bicihkirin.
K24
