• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê û Heşdî Şeibî rewşa Xaniqîn û derdora wê têkdane!

Gulan Media August 8, 2018 Nûçe
DAIŞê û Heşdî Şeibî rewşa Xaniqîn û derdora wê têkdane!
Berpirsê baskê Xaniqînê yê PDKê ragehand, ji aliyekê terorîstên DAIŞê û ji aliyê din ve jî milîsên Heşdî Şeibî rewşa Xaniqînê û derdora wê têkdane.

Berpirsê baskê Xaniqînê yê PDKê Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 16ê cotmehê heta naha rewşa ewlehiya sînorê Xaniqîn û derdora wê pir xirabe û kiryarê herî nû yê milîsên şîe yên ser bi Heşdî Şeibî li sînorê gundên derdora Xaniqînê, bi navê DAIŞê avêtine ser malên hemwelatiyan û piştî îşkence û êş bi xelkê dane kêşan dest li ser çekên hemwelatiyan da girtine, ku xelkê wan deveran bo parastina xwe çek li malên xwe de radikin.’’

Herwaha got, duh 07.08.2018ê li Xaniqînê du bombeyên çandî berî bên teqandin hatin pûç kirin. Herwaha îro 08.08.2018ê serê sibê çekdaran li Xaniqînê avêtin ser mala hemwelatiyeke kurd ku xwediyê ofîsa emlak e û daxwaza pare li wî kirine û piştre çekdaran jin û zarokên wî îşkence kirin û destê keçek wî şikandine. Tenê ji ber pare nedane wan çekdaran wisa li serê wan anîne. Rewşa sînorê Xaniqînê wisa ye.’’

Navborî amaje bi vê yekê jî kir ku ji aliyeke din ve tevgera DAIŞê ya li sînorê Xaniqînê berdewam e û ji aliyeke din ve jî milîsên Heşdî Şeibî rewşa xelkê hemû aliyekê ve têkdaye û kurd dibin armanc.

Basnews
Top