Wezîrên berevaniya Tirkiyê û Amerîka rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin
Hêzên Amerîkî û Tirkî di Hizêrana derbasbûyî de, lihev kirin ku li navçeyên kontrola Mertala Furatê û bajarê Minbic de belav bibin û kar ji bo derxistina YPG û HSD ji wan navçeyan bikin.
Hêzên Tikriyê bi hevkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li navçeyên Bab û Cerablusê, êrîşî YPGê û HSDê kirin.
Di dema dawî de, pêywendiyên Tirkiyê û Amerîka bi sedema sizayên Washingtonê li ser Tirkiyê, di rewşeke xirab re derbas bûn.
Piştî ku Tirkiyê keşeyekî Amerîkî desteser kir û ew bi alîkarîkirina terorê tometbar kir, îdara Amerîkî daxwaz kir, ku ew keşe di zûtirîn dem de bê berdan, vê yekê hişt ku nakokî di nav herdu welatan de çêbibin, di encamê de serokê Amerîka Donald Trump siza li ser wezîrên Navxwe û yê Dadê yên Tirkiye sepand û wek karvedan li ser wansizayan, Tirkiyê jî herdu wezîrên Dadê û Navxwe yên Amerîka siza da.
K24
