Civata Wezîran pêşnivîsa budceya sala 2019 amade dike
Di destpêka civînê de, Serowkezîr behsa serdana xwe ya dawiyê ji bo Bexdayê û civîna bi Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê re kir û got: Em her du alî li ser berdewam bûna diyalogê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de hef hizir bûn û me daxwaz kir ku biryara parlamentoya Îraqê ya di warê yekxistian miaş û îmtiyazatên malbat û kesûkarên şehîd û enfalkiriyan li Herêma Kurdistanê digel yên Îraqê li hikûmeta federal bi cih bike. Me di wê civînê de, herwesa, behsa vekirina rêya navebra Hewlêr û Kerkûkê de û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hinartina nefta Kerkûkê gotûbêj kir.
Serowkezîr behsa xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê kir û got ku Herêma Kurdistanê Veto li ser tu kes û aliyan nîne û eva ku ji bo Herêma Kurdistanê giring e, bername û karnameya hikûmeta nû ye ku hevkar û hevaheng be û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û berjewendiyên hevbeşên her du aliyan biparêze.
Mehmûd Hacî Salih Wezîrê karûbarênŞehîd û Enfalkiriyan û Amanc Rehîm Sekreterê Civata Wezîran behsa pêşhatên dawî yên pirosesa bi jênosîda naskirina tawanên DAÎŞê dijî êzidyan û pêkhateyên din yên neteweyî û olî û biryara dawiyê ya Civata Ewlekariya ya Neteweyên Yekgirtî ya jimare 2379 li dor pêkanîna tîmeke lêkolînê li tawanên DAÎŞê raportek pêşkeşî civata wezîran kir.
Civta wezîran ev pêngava Civata Ewlaekariyê bilind nirxand û ji bona pêşdebirina dosyeya bi jênosîda naskirina tawanên DAÎŞê li dijî êzidî, mesîhî û hemû pêkateyên din bi pêngaveke giring zanî.
Serowkezîr, Komîteya balaya bi jênodîda naskirina tawanên DAÎŞê ya Herêma Kurdistanê, raspard ku hevahengiyê digel wê tîma Neteweyên Yekgirtî bike û hemû belgenameyên çar salên borî bixe ber destê wê timê bi aramnca cezakirina encamderên tawanên dij mirovatiyê û qurbaniyên êzidî, mesîhî û pêkhateyên din yên neteweyî û olî bên qerebûkirin. Serowkezîr daxwaz ji hikûmeta federal ya Îraqê jî kir ku di dema bicîkirina biryara Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dadwer, yasanas û şarezayên di vî warî de, li ber çavan bigire.
Civata wezîran li ser siyaseta xwe ya di warê parastina maf û azadiyên olan ku bingeha sereke ya mafê mirov in berdewam dibe û di wê baweriyê de ye ku mafê her hevwelatiyek ji bo hilbijartina baweriya xwe ya olî parastî ye, Herêma Kurdistanê ji pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda pêk tê û hêza wê jî di vê pirengiyê de ye, hikûmet berdewam dibe ji bo parastina Herêma Kurdistanê weke hişareke aram ji bo hemû ol, netewe û pêkhateyên cida.
Wezîrê Darayî û Aborî raporek li ser amadekariyên pêş nivîsa budceya sala 2019 ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî civînê kir ku ev ji sala 2014 were ji ber kirîza êkonomî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê piroje yasaya budceyê bûye û daxwaz ji hemû wezaretan hat kirin ku, ji bo amadekirina piroje yasay budceyê hevkarî û hevahengiyê bi wezareta darayî û aborî re bikin.
