Trump: Du bijarde li pêşiya Îranê ne
Demjimêr 12:00ê îşev qonaxa yekemîn a cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê dest pê dikin û di çend kertekî cuda de dorpêç bi ser Îranê de tên sepandin. Biryare qonaxa duyemîn jî 5ê Mijdara îsal dest pê bikin, ku zêdetir kerta enerjî û bankayên Îranê bikin amanc.
Koşka Spî bi daxuyaniyekî ragihand, ku Donald Trump gotiye: “Em ê di kertên otomobîl, bazirganiya zêr, kanzayên giranbiha û dahata petrolyomê, cezayên giran bixin ser Îranê.
Trump gefa sepandina “cezayên herî giran” bi ser Îranê de xwar û hişyarî jî da, ku kîjan alî yan jî kompanya danûstandinên xwe yên ligel Îranê berdewam bike dê baca vî tiştî ji bo wan jî giran be.
Trump keyfxweşiya xwe jî anî zaiman ku gelek kompanyayên navdewletî bi nê,iyet in xwe ji bazarên Îranê vekişin û got: “Gelek welatan amaje bi wê yekê kirine ew dê hawirdekirina petrola xav a Îranê bibrin an jî kêm bikin.”
Serokê Amerîkayê da xuyakirin: “Du bijarde li pêşiya rejîma Îranê hene; yan dê reftarên xwe yên gefxur û zêdegaviya xwe ya li herêmê biguhere û xwe ligel aboriya cîhanê biguncîne, yan jî dê ji aliyê aborî ve were paşguhxistin.”
Trump behsa rêkeftina etomî ya li gel Îranê jî kir û destnîşan kir ku wê rêkeftinê nekarî pêşiya Îranê bigre da ku çekên eromî çêneke û got: “Di bin navê rêkeftina etomî ew pereyên ketine destê Îranê ji bo pêşxistina mûşekan û pêşvebirina terorê û şewitandina Rojhilata Navîn hatine bikaranîn.”
Donald Trupm piştgirî da gelê Îranê û diyar kir: “Amerîka piştgirî dide gelê Îranê, ku ev demeke êşê dikişin û bûne qurbanên siyaseta rejîmê. Em geşbîn in ku dê rojekî gelên Îranê û hemû navçeyê dê aştî û aramiyê de bijîn.”
Rudaw
