• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tevahiya sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatin kontrol kirin

Gulan Media August 6, 2018 Nûçe
Tevahiya sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatin kontrol kirin
HSD dibêje ku ev karîne tevahiya sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê kontrol kirine.

Duh hêzên Sûriyeya demokratîk daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku hêzên HSDê karîne di encamên operaisyonên xwe de tevahiya sînorên navbera Sûriye û Îraqê ji terorîstên DIŞIê paqêj bikin.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin ku hêzên HSDê bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî karîne tevahiya sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê ji aliyê Bakûr ve kontrol bikin û ev sînorên han niha ji aliyê Sûriyeyê ve di destê HSDê dene.
Top