• Tuesday, 17 February 2026
logo

Esîl Nuceyfî metirsiya dubare dagir kirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve ragehand!

Gulan Media August 6, 2018 Nûçe
Esîl Nuceyfî metirsiya dubare dagir kirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve ragehand!
Berpirsê payebilind ê Iraqê hişyariya vegera rêxistina terorîstî ya DAIŞê ji Iraqê re dide.

Roja 05.08.2018ê parêzgerê berê Nînowa û yek ji rêveberên pêkhateya sunneyên Iraqê Esîl Nuceyfî ji BasNewsê re ragehand, demek berî naha jî çekdarên DAIŞê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê de li parêzgeha Nînowa di tevgerê de bûn.

Herwaha ragehand, ew çekdarên DAIŞê bê ti astengiyeke hêz û milîsên Iraqê ji wan re hebe, li wan sînoran dizivirin û ev yek metirsiyeke mezine li ser asayiş û seqamgiriya Mûsilê.

Li gor Nuceyfî, ev tevgera çekdarên DAIŞê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê dibe sedem ku şaneyên veşartî yên çekdarên DAIŞê dinava Mûsilê de bikevin tevgerê û dibe ku ev bajêr careke din bê dagir kirin.

Basnews
Top