Çekdaran êrîşî baregaha leşkerî kirin: 40 kuştî
Li navçeya Çinartu ya parêzgeha Uruzgan a Efganîstanê çekdarên Talîban biser baregaheke leşkerî de girtin.
Rêveberê Asayîşa Çinartu Extar Mihemed ragihand, ku çekdaran ji 4 milan ve êrîşî baregahê kirine û di encamê de 40 leşker hatine kuştin.
Extar Mihemed da zanîn, ku di dema êrîşê de gelek leşker birîndar bûne û herwiha agahî ji hinek leşkeran jî nayê girtin.
Rêveberê Asayîşa Çinartu da xuyakirin, ku piştî êrîşê leşkeran jî bersiv daye û di dema pevçûnan de hinek çekdarên Talîban hatine kuştin.
Rêxistina Talîban jî ragihand, ku êrîşa wan serkeftî bûye û dest danîne ser baregaha leşkerî.
Rudaw
