• Tuesday, 17 February 2026
logo

Silêmaniyê bo vekirina esmanê Tirkiyê diçe Bexdayê

Gulan Media August 5, 2018 Nûçe
Silêmaniyê bo vekirina esmanê Tirkiyê diçe Bexdayê
Şandek ji Parêzgariya Silêmaniyê bo vekirina geştên esmanî yên di navbera firokxaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de, serdana Bexdayê dike.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di konferansekê rejnamevaniyê de ragihand, îro şandeke wê parêzgariyê sedana Bexdayê dike, bi armanca dîtina çareseriyekê ji pirsgirêka firokxaneya Silêmaniyê û vekirina geştên esmanî yên di navbera wê firokxaneyê û firokxaneyên Tirkiyê de.

Parêzgarê Silêmaniyê amaje bi wê jî da, di wê serdanê de û bo guftûgokirina wê pirsgirêkê, ligel berpirsên Iraq û Tirkiyê dicivin.

Piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, Tirkiyê geştên esmanî bo Herêma Kurdistanê rawestand, berî demekê bo firokxaneya Hewlêrê vekir, lê ji ber bihaneyên ku YNK û Tevgera Goranê hevkariyê bi PKKê re dikin, geştên esmanî bo firokxaneya Silêmaniyê venekiriye.

K24
Top