• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ji ber ku pesnê Herêma Kurdistanê da, êrîş lê hat kirin

Gulan Media August 5, 2018 Nûçe
Ji ber ku pesnê Herêma Kurdistanê da, êrîş lê hat kirin
Duh demjimêr 7ê êvarî, dema Kurdekî Êzdî li Almanya, beşdarî weşana zindî ya bultena demjimêr 7ê êvarî ya K24ê bû, kesekî êrîşî wî kir û lê da.

Ew Kurdê Êzdî, ku bi helkefta derbasbûna 4 salan di ser êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Şingalê û navçeyên derdora wê, beşdarî çalakiyên vê helkeftê bibû û derbarê alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Êzdiyan, daxuyanî dida nûçegihanê Kurdistan24ê û pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dida, lê piştî temambûna daxuyaniyên wî ji peyamnêrê Kurdistan24ê re, kesekî êrîşî mêvanê K24ê kir û lê da.

Wî Kurdê Êzdî di nav daxuyaniyên xwe de, gotibû: Bi saya Kurdistanê Êzdî hatin parastin û em sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bê Kurdistan jiyan nabe û her kesek ji bilî vê yekê bêje, ti giringiya axaftinên wî li cem me tine ye.

Herwiha di dema ku wî mêvanî ji nûçegihanê K24ê re daxuyanî dida, ew kesê nenaskirî hat pêşya kamîrê û li gel mêvan axivî, lê mêvan daxuyaniyên xwe berdewam kir û got: Bê Kurdistan jiyan nabe û her kesek ji bilî vê yekê bêje, ti giringiya axaftinên wî li cem me tine ye.

Berî ku weşana zindî bidawî bibe, wî kesî bi hemû hêza xwe êrîşî mêvan kir û lê da, yekser amadebûyên çalakiyê ketin nav wan de û xwestin wan jihev cuda bikin.

Ew çalakî li bajarê Giessen ê Almanya hatibû lidarxistin û hindik mabû, ku Nûçegihanê K24ê Kawa Mihemed Emîn jî ketiba ber êrîşî de.

K24
Top