• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di ‘Plana 100 Rojî ya Çaksaziyên Tirkiyê’ de ji bo Kurdistanê çi heye?

Gulan Media August 5, 2018 Nûçe
Di ‘Plana 100 Rojî ya Çaksaziyên Tirkiyê’ de ji bo Kurdistanê çi heye?
Plana 100 rojî ya çaksaziyên hikumeta Tirkiyê ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve hatibû ragehandin rastî karvedanên cuda cuda tê. Aliyên nêzîkî hikumetê planê baş dibînin lê di serî de Kurd gelek alî jî nerazîne.



Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, ji bo başkirina rewşa aborî û civakî ya Tirkiyê planeke 100 rojî ya çaksaziya ragehand ku heman demê ragehandina û bicihkirina vê planê yek ji peymanên Ak Partiyê bû di dema bangşeyên helbijartinan de.



Plana hatiye ragehndan qebareyê 46 milyar lîreyên Tirkiyê ye û 400 projeyan bi xwe ve digire ku beşa mezin ya vê planê di derbarê projeyên ewlehiyê û nûçenkirina çekên di destê artêşê de ne.



Beşek siyasetmedarên Kurdan dibêjin ji bo Bakurê Kurdistanê tenê balfirxanayek tê vekirin û navê wê jî bi Tirkî tê danan ku di dema proseya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê balafirxane bi navên Kurdî dihatin vekirin.



Aborînas vekolîner Celal Înal di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Êdî bi van planan derfet nemane ku aborîya Tirkiyê were meşandin. Heman demê di aliyê siyasî de jî êdî welat bi başî nahê birêve birin. Niha piraniya ciwanên Tirkiyê ji paşeroja xwe bê hêvî bûne û naxwazin êdî li Tirkiyê bimînin.”



Peywnediya plana hatiye ragehandin bi Bakurê Kurdistanê re zêdetir li ser meseleyên serbazî û çêkirina qereqol û kirîna çekên nû ye. Lê di heman demê de di planê de hatiye gotin ku dê balafirxaneyek li bajarê Muşê bi navê Sultan Alparslanê hikumdarê Selçuqîyan bê vekirin.



Cigirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê Celal Yildiz di vê derbarê de got: “Di dema xwe de baş bû navê balafirxaneyan dikirin Şerefetîn Elçî, Selehedîn Eyubî lê niha bi vê planê aşkere dibe ku Tirk careke din vedigerin ser nijadperestiya xwe ya berê.”



Aliyên siyasî yên Kurdan dibêjin ji bilî çend projeyên ku bi jî navên tirkî tên amadekirin û vekirin, di plana hikumetê de ji bo Kurdan tiştek tine.



Endamê Encumena Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Dîyadîn Firat jî got: “Hewce dike ku li ser tiştên hatine axavtin hisabek were kirin û bêjin gelo me li ku xeletî kiriye. Lazim e tiştên baş û yên xirab ji hev werin cuda kirin, tiştên xirab werin avêtin û li ser tiştên baş jî peymanek were amade kirin.”



Plana 100 rojî ya hikumetê rêjeya sedî 38 projeyên serbazî û ewlehiyê û her yek ji rêjeyên cuda cuda mijarên geşepêdana pîşezasîyê , perwerde, xizmetguzariyên şaredariyan, tenduristî û çend projeyên civakî bi xwe ve digire.

Rudaw
Top