Dexîl: Bexda rê neda dadgeha Lahey were Şingalê
Dexîl destnîşankir ku, 4 salan piştî Jenosayda dijî Kurdên Êzdî, hîn jî birînên wê berdewam in û çendîn hezar dîl di destê DAIŞ de hene, rewşa Şingal hestiyar e û hikumeta navendî ya Bexdayê destê alîkariyê nagihîne deverê, ku roja îro di bin kontrola wê de ye.
Viyan Dexîl, “sekna Bexdayê û hukimeta Iraqê, ya nenasandina Kurdên Êzdî wekî hevwelatiyên di asta yekem, belku ya duyem, sêyem heta dehem binav kir. Herweha Bexda di nasandina Jenosayda hemberî Kurdên Êzdî de, ne ku bi xwe heta niha nasnekiriye, lê astengan derdixe ku Civata Navneteweyî jî dîvçûn û lêkolînan di babetê de lidar bixe.
Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe pirs gihandiye platformên navneteweyî, bi sedhezaran Kurdên Êzdî hewandin e û xwedî li wan derketiye“.
Viyan Dexîl helwêsta Kurdan bi giştî, ya xwedîderketina Kurdên Êzdî bi pîroz wesf kir. Jenosayda hemberî Kurdên Êzdî lidar ketî, wekî jenosaydek dijî Neteweyê Kurd destnîşan da.
K24
