Tirkiyê yek milyon û 600 hezar penaber vedgerîne Sûriyê
Rojnameya Yeni Şafak da zanîn ku, artêşa tirkiyê li ser şandina otombîlên leşkerî cebilxane û leşkeran bo bakurê Sûriyê berdeam e, daku, berî sala 2018an bi dawî were 400 hezar welatiyên Sûriyê vegerîne xaka wî welatî.
Heman rojnameyê tekez kir ku, barhilgirên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ji 5 deriyên sînorî El-Rayî, Kefir Losîn, Xirbit El-Coz, Cîlva Goz, Oncobînar re derbasî xaka Sûriyê dibe û li navçeyên bin kontirola opozîsyonê de bicih bibe.
Pêngavên Tirkiyê di çarçoveya proseya vegerandina yek milyon û 600 hezar penaberên Sûriyê bo bakurê Sûriyê de tê.
Basnews
