Jina şahê Îranê jî pîrozbahî li profesorê kurd Koçber Bîrkar kir
Jina şahê berê yê Îranê Mihemed Riza Pehlevî, ku dûmahîk şahê Îranê bû, Fereh Pehlevî li ser rûpela xwe ya facebookê ji ber xatirê profesorê kurd Koçber Bîrkar, ku xelata “Fields” ya bîrkariyê wergirtiye, peyameka pîrozbahiyê belav kir.
Fereh Pehlevî, ku li Amerîkayê dijî, di peyama xwe de gotiye: “Ez gelekî kêfxweş im ku xelata bi qîmet ya Fields, ku mîna xelata Nobelê ye, bûye para zanayekî Îranî, yê ku li Zankoya Tehranê xwandiye. Ev serkeftina hêja serbilindiya hemû Îraniyan e. Ez ji professor Koçer Bîrkar re hêvî û daxwaza serkeftinê dikim.”
Basnews
