• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterê Brîtanî: Kurdistan navenda aramî û pêkvejiyanê ye

Gulan Media August 4, 2018 Nûçe
Parlamenterê Brîtanî: Kurdistan navenda aramî û pêkvejiyanê ye
Parlamenterê Brîtanî Jakc Lopresti di gotareke di rojnameya The Times de li ser heyama piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê û kiryarên Bexdayên ên li hember Kurdistanê sekinî.

Jakc Lopresti dide xuyakirin, ew di wê baweriyê de ye, ku Kurdistan landika aramî û pêkvejiyanê ye û referandum tenê bizavek bû, ji bo rizgarbûn ji Iraqê, Bexda jî bi bizava nehiştina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina Pêşmerge tometbar kir.

Lopresti kêfxweşiya xwe da xuyakirin, ku Kurd Birîtanya wek cihê fêrbûn û xwendinê didin naskirin û zimanê Ingilîzî li Kurdistanê xwedî giringî ye.

Lopresti di derbarê piştevanîkirina hêzên Pêşmerge dibêje: “Min serdana serbazên Birîtanî kir li Hewlêrê, ku bi hezaran Pêşmerge rahênan dikin, ev ji me re giring e, ji ber ku Pêşmerge ji bo têkşikandina DAIŞê hêzeke giring bû û hîn rihên DAIŞê li Bexdaya taîfeger heye û dibe ku bi formekî gellekî metirsîdartir derkeve.”

Basnews
Top