Serok Barzanî: Xuşik û birayên êzidî beşeke cuda nekirî ji gelê Kurdistanê ne
Serok Barzanî bi minasebeta komkujiya Şingalê peyamek weşand.
Îro sê Tebaxê ku çarmîn salvegera komkujiya Şingalê ye Serok Barzanî bi vê minasebetê peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;
Di salvegera komkujiya Şingalê de silav û rêzên xwe pêşkêşî rihê paqêjê şehîdên komkujiya han dikim, di dema qewmîna ew komkujiya han de tevahiya xelkê Kurdistanê li gel xuşik û birayên xwe yên êzidî rastî êş û azaran hat, jiber vê çendê kor û keçên me li seraserê Kurdistanê hatin û canê xwe bo azadî û rizgariya şingalê feda kirin.
Xuşik û birayên êzidî beşeke cuda nekirîne ji gelê Kurdistanê û ti rewşeke ferizkirî jî nikare wan ji gelê xwe cuda bike. Hikûmeta Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo vegerandina ewin ku hatine revandin bi tevger kiriye û heta niha hijmareke zêde ji wan hatine vegerandin û azadkirin lêbelê dîtin û azad kirina tevahiya ewin ku hatine revandin û normal kirina rewşa Şingalê û awedan kirina Şingalê, erkê tevahiya aliyene û lazime div ê warî de jî lez were kirin.
Mesûd Barzanî
3ê tebaxa 2018an
