• Tuesday, 17 February 2026
logo

Turkmen û ereb li ser Kerkûka kurdan li hev nakin!

Gulan Media August 3, 2018 Nûçe
Turkmen û ereb li ser Kerkûka kurdan li hev nakin!
Turkmenên Kerkûkê dibêjin, 14 salan parêzgariya (walîtî) Kerkûkê di destê kurdan de bû niha dora me ye. Ereb jî li dijî wê yekê ne.

Partiya Turkmen Îlî ya Iraqê, ku endama Eniya Turkmenên Iraqê (ITC) ye, ragihandiye, divê parêzgarê Kerkûkê êdî kesekî turkmen be ji ber ku 14 sal bûn ew kursî di destê kurdan de bû, niha dora turkmenan e.

Wê partiya turkmen diyar kiriye ku nabe êdî kurd bibin parêzgarê Kerkûkê, eger kurd tiştekî wisa jî bixwazin divê şert û mercên turkmen û ereban qebûl bikin paşê.

Parlamenterekî turkmen bi navê Hesen Tûran jî gotiye, li Iraqê 14 parêzgar ereb û 3 jî kurd in, bila yek jî turkmen be. Ji ber wê jî em daxwaz dikin turkmenek bibe parêzgarê Kerkûkê.

Berdevkê erebên Kerkûkê Hatem Tayî jî li ser vê mijarê gotiye, ew tişta ku turkmen dixwazin dibe sebeba alozbûna rewşa Kerkûkê. Ji ber wê jî bila sebir bikin heta hilbijartin hat kirin wê çaxê eger namzedê wan bi ser ket bila kursiya parêzgariyê bibe ya wan.

Piştî rûdanên 16 Cotmeha par û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve, Kerkûk bi yekcarî ji destê kurdan hat derxistin, parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî ji kar hat dûrxistin.


Basnews
Top