• Tuesday, 17 February 2026
logo

Gund bi wêneyên Serok Barzanî hat xemlandin

Gulan Media August 3, 2018 Nûçe
Gund bi wêneyên Serok Barzanî hat xemlandin
şêniyên gundê spasiya Serok Barzanî kirin
Piştî ku zaniyarê Kurd Koçer Bîrkar ku xelkê gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê de, xelata girîng ya cîhanê a di warê metematîkê de wergirt û dilê gelê Kurdistanê xweş kir, Serok Barzanî jî peyameke watedar pêşkêşî Koçber Bîrkar kir.

Piştî belav bûna peyama Serok Barzanî, şêniyên gundê Nê bi armanca destxweşî kirin li Serok Barzanî û girîngî dan bi rih û hasten netewî, kolan û meydanên gundê Nê bi wêneyên Serok Barzanî û Koçer Bîrkar xemlandin.

Top