Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya zanayê Kurd (Koçer Bîrkar) kir
Nêçîrvan Barzanî di beşekî peyama xwe de dibêje: Pîrozbahiya vê biserketina mezin li we û malbata we pîroz dikim. Ew xelatkirin û biserketina zanistî ya we, ji bo gel û welatê me cihê dilxweşî û serfiraziyê ye.
Di beşekî din yê peyamê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: We bi vê biserketinê, nimûneyê xortê jîr û zanistkarê biserketî yê Kurd nîşanî cîhanê da, ku dikare di astê zanayên mezin ên cîhanê de be, di heman demê de, ew xelata zanistî ya we dibe sedema zêdekirina baweriyê bi xwe û dibe handerek ji bo ciwanên Kurd bêtir dahênanê di hemû waran de û bi taybet di warê zanistî de bikin.
Koçer Bîrkar, yê temen 40 salî, welatiyê bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 2000î de, wek penaberekî berê xwe da welatê Birîtanya, tevî ku (Xelata Fields) wergirt, ku mezintirîn xelat e, di warê bîrkariyê de, berî niha jî çendîn xelat di heman warî de bidest xistibû.
