• Tuesday, 17 February 2026
logo

Endamên nû yên Dadgeha Temîzê sûnda yasayî xwar

Gulan Media August 3, 2018 Nûçe
Endamên nû yên Dadgeha Temîzê sûnda yasayî xwar
Li gor yasaya desthilatên dadwerî li Herêma Kurdistanê ya jimare 23 sala 2007ê û li gor yasaya dabeşkirina desthilatên serokaiya Herêma Kurdistanê bi ser saziyên destûriyên Herêma Kurdistanê ya jimare 2 sala 2017ê, êvariya roja pêncşemê 02.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de li pêş Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 10 dadweran sûnda yasayî xwar û li şûna 10 dadwrên berê ku teqawîd bûne, bûne endamên Dadgeha Temîzê li Herêma Kurdistanê.

Piştî sûndxwarinê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê Dadgeha Temîzê bi wekalet, pîrozbahî li endamên nû yên dadgeha temîzê kir û jê re serkeftinxwest, herwesa, sipasiya û destxweşî li dadwerên hatîne teqawîdkirin kir. Serokwezîr tekîd li ser meziniya berpirsiyaretiya dadweran ya ji bona parastina maf, azadî û serxwebûna desthilatên dadweriyê û hevahengiya her du desthilatên bicîkirina dadwerîyê ji bona serweriya yasayê kir.

Di merasima sûndxwarinê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn.
Top