• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî pîrozbayî li Koçer Bîrkar kir

Gulan Media August 3, 2018 Nûçe
Barzanî pîrozbayî li Koçer Bîrkar kir
Serok Barzanî ji ber xelata matematîkê ango bîrkariyê ya cîhanê wergirtiye, peyamek ji zanayê kurd Koçer Bîrkar re rêkir.

Peyam waha ye:

Birêz Kak Koçer Bîrkar

Bi keyfxoşiyek mezin ve me nûçeya serkeftina we ya mezin bîhîst ku, we di wareke giring û zihmet a zanistî ya bîrkarî (matematik) de bidest xist.

Bê guman awat û armancên we pêkhatin û ev serkeftina we dilê hemû gelê kurd xweş dike û ez yekemîn kesê ji wî 40 milyon kurdê ji vê serkeftinê keyfxweş û pê serbilindim yek ji wan im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.

Cîhê keyfxweşiyek mezine ku ciwaneke kurd bikare ji aliyê zanistî ve pêşbirkê li gel zanayên cîhanê bike û xelata navnetewî bidest bixe. Hêvîdarim Kak Koçer bibe pêşeng û nimûneya bilind bo ciwanên me hemûyan û hewl bidin wek Kak Koçer serkeftinê ji aliyê xwendin û zanistê de navê gelê xwe bilind bikin.

Mesûd Barzanî

02.08.2018.
Top