• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de emê alîkarî û beşdariyek bihêz bikin!

Gulan Media August 2, 2018 Nûçe
Sefîn Dizeyî: Di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de emê alîkarî û beşdariyek bihêz bikin!
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amaje bi vê yekê dike ku, di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dê hevkarî û beşdariyek bihêz hem di parlamentoyê de hem jî di hikûmetê de bikin.

Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû alî behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikin, lê hîn zelalbûna vê mijarê di vê qonaxê de destpê nekiriye. Dibe ku nîv an jî dawiya vê proseyê aliyên Kurdistanî kevirê serekî bin bo zelal kirina vê mijarê. Li gel vê jî nexşeya siyasî ya Iraqê ya nû wisa ye ku erkê serokkomar ê kurd e, serokwezîrî yê şîeyan û serokê parlamentoyê jî yê sunneyan e.’’

Dizeyî got: ‘’Em wek hikûmeta herêma Kurdistanê alîgirê her namzedekê ne ku aliyên şîe bixwe wek namzed nîşan bidin û piştevaniya wî bikin. Wê deme jî herêma Kurdistanê dê hevkar be bo pêkanîna hikûmetê û beşdariyek bihêz di hikûmet û parlamentoyê de jî dê bike.’’

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê got: ‘’Hin dosya û madeyên yasayî û destûrî hene, ku bandora wan li ser herêma Kurdistanê heye. Pêwîste amaje li ser wan bê kirin û hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Iraqê danûstandinê li ser bike.’’

Sefîn Dizeyî got, PDK û YNK naha mijûlin karnameyek hevbeş amade bikin. Hêvîdarin aliyên siyasî jî hemû tê de beşdar bin. Ji ber ew karname karnameya pêşeroja hêzên Kurdistanê ye li gel hikûmet û parlamentoya dema pêş a Iraqê.

Sefîn Dizeyî got: ‘’Dema ku DAIŞê Mûsil dagir kir, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê parastina hin ji navçeyan hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê girte stûyê xwe. Lê dema operasyon temam bû û têkşikandina DAIŞê hate ragehandin. Bûyerên sala borî ya 2017ê pêkhatin. Pêşmerge ji hin navçeyan xwe vekêşa. Lê herçend xwe vekêşand jî hêzên Iraqê nekarîn wan navçeyan bicîh bibin û valatiyek mezin a ewlehiyê li wan navçeyan ava bû. piştre DAIŞê ew valatî dagirt û naha jî metirsî û tirseke mezin di nav xelkê de çêbûye û xelkê direvînin û dikujin.’’


Basnews
Top