Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrola Kerkûkê li hev kirin
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdaneke neçaverêkirî û neragihandî de li Bexdayê li gel Heyder Ebadî civiya. Li gor gotina Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di navbera herdu serokwezîr de gelek mijar hatine behskirin.
Yek ji wan mijaran ku di navbera herdu serokwezîran de hatiye behskirin, hevahengiya leşkerî û îstixbaratê ya di navbera herdu aliyan de ye.
Sefin Dizeyî ji Rûdawê re eşkere kir: “Ji ber metirsiya serîhildana DAIŞê li çend deveran, herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku hevahengiya leşkerî û îstixbaratê di navbera Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de were çêkirin ji bo jinavbirina DAIŞê.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî behsa wê yekê kir ku herdu serokwezîran ji bo hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê bo Tirkiyê li hev kirin û got: “Li Davosê ji aliyê Birêz Ebadî ve hatibû pêşniyarkirin ku ew petrola berê ku di desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû û niha ketiye desthilata hikûmeta federal, bi boriya petrolê ya Kurdistanê hinardeyî Tirkiyê were kirin û Iraq bi xwe ji firotin û bibazarkirina wê berpirs be.”
Çend meh in peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aram û bêpirsgirêk in. Peywendiyên siyasî, leşkerî û aborî baş in. Bexda mehane 317 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan dide Hewlêrê, Ebadî soz daye ku ew dê şandina mûçeyan bidomîne.
Endamê Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî, Husên Murebî ji Rûdawê re ragihand: “Li ser dosyeyên giring gotûbêj hatin kirin, debarê pêkanîna hikûmeta nû piştî pesendkirina encaman ji aliyê dadgeha federalî ve, weke nimûne postê serokomariyê ji birayên me yên Kurd re ye, herwiha dosyeyên rawestandî hene derbarê deverên nakokî û madeya 140 de, pirsgirêkên bi vê cureyê divê di navbera navend û Herêm de werin bidawîkirin, çimku hêza Herêmê ji hêza navendê ye û berevajî wê.”
Piştî serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, gelek neçû ku Amerîka hate ser xet. Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk pêşwazî li civînê kir û hêviya xwe anî ziman ku berdewam bin daku dawî li pirsgirêkên xwe bînin û bi hev re rûbirûyî pirsgirêkan bibin.
Rudaw
