Nacih Mîzan: Biryara red kirina berbijêriya Zêbarî bi farisî hatiye nivîsandin
Îro rêveberê siyasî yê Iraqê ragehand, biryar red kirina berbijêrtiya Hoşyar Zêbarî ya serokomartiya Iraqê bi xetekî farisî hatiye nivîsandin.
Siyasetmedarê Iraqê û emîndarê giştî yê kongreya damezrêneriya Herêma Selahedîn Nacih Ebas Mîzan di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: Biryara dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji berbijêrtiya serokomartiya Iraqê bi xetekî farisî hatiye nivîsandin.
Berî naha jî rêveberê Hevpeymaniya Siyade Mîşan Cibûrî di hevpeyvîneke li gel televîzyonekî Iraqê de got, biryara dadgeha federal li gor wan zanyariyên ku ji wan re hatine pêşkeş kirîbû, bi taybet jî Zêbarî berê jî wezîrê darayî yê Iraqê bû, wê demê jî bibû armanc û ew mijar kirina armanc jî PDK armanc kirine, ne hebûna dosyayekî li ser Zêbarî ku berbijêrê serokomar bû.
Cibûrî got, naha em hevpeymanin li gel PDKê û Tevgera Sedir. Peywira serokomartiya Iraqê beşa PDKê ye û Serok Mesûd Barzanî dê destnîşan bike ka dê kî bibe serokomarê Iraqê.
Basnews
