Erdogan: Amerîka nikare bi gefan tiştekî ji Tirkiyê bistîne
Ji aliyê xwe ve, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku gefên Amerîka mifayê li ti aliyekî nakin û Amerîka nikare bi gefan tiştekî ji Tirkiyê werbigire.
Serokê Tirkiyê rapora wezareta derve ya Amerîka red kir û got: Azadiya olî li Tirkiyê parastî ye, lê piştevaniya Amerîka ji Sayonîzmê re, gef li ser azadiya olî ya tevahiya Misilmanan çêkiriye.
Herwiha Serokê Tirkiyê tekez kir, ku baştirîn rê ji bo çarekirina vê pirsê bi riya diyalogê ye û ti kes nikare bi gefan tiştekî ji Tirkiyê bistîne
K24
