• Tuesday, 17 February 2026
logo

Karayilan: Gelek deverên Bakûr di bin kontrola dewletê de nemane

Gulan Media August 1, 2018 Nûçe
Karayilan: Gelek deverên Bakûr di bin kontrola dewletê de nemane
Endamê desteya serokatiya PKKê Murad Karayilan ragihand, hikûmeta nû ya Tirkiyê hikûmeta şer e û qesta wê jî dijîtiya kurdan e.

Murad Karayilan, ji malpera fermî ya PKKê (ANF) re gotiye, hikûmeta nû ya Tirkiyê pilan daniye ku şerê li dijî PKK berdewam bike, bo vê yekê jî çend wezîr mîna wezîrê derve û yê navxwe li cihê xwe mane û sererkanê artêşê jî bûye wezîrê bergiriyê.

Karayilan her wiha gotiye, kabîneya nû şerxwaz e û dijîtiya her kesekî dike bi taybet dijîtiya kurdan û pêkhateyên din yên mîna elewiyan û çepgiran dike.

Wî berpirsê PKKê daye xuyakirin ku PKK dê şerê li dijî Tirkiyê derbasî qonaxeke din bike û diyar kiriye ku gelek navçe li Bakûrê Kurdistanê ji bin kontrola dewletê de nemane.

Basnews
Top