• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Barzanê merasimeke girseyî hate organîze kirin

Gulan Media August 1, 2018 Nûçe
Li Barzanê merasimeke girseyî hate organîze kirin
li goristana enfalkiriyan ya li devera Barzanê, merasimeke girseyî bi beşdariya Serok Barzanî, nuner û konsulusên welatên cîhanî yên li Kurdistanê, nunerê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, bo bîranîna 35 mîn salvegera prosesa reş ya enfalê hate organîzekirin.

Merasime bi xwendina çend ayetên qorana pîroz destpê kir û pişt re jî sirûda nîştimanî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî aliyên beşdar deste golên xwe bo rêzgirtinê li ser goristana enfalkiriyan danîn.

Piştî danîna deste Golan nunerên aliyên beşdar peyamên xwe di derbarê prosesa enfalê de pêşkêşkirin û 8 hezar enfalkirî bi bîr anîn û serê xwe li hember wan tewandin.

Weketê zanîn beriya 35 salan rejîma hilweşiyayî ya besê li dijî Kurdan dest bi prosesa enfalê kiribû û di encama vê prosesa han de 8 hezar Kurdên Barzanî di merheleya yekem û dudiyan ya vê prosesê de di çolên başûrê Îraqê de hatine enfalkirin.

Top