• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şerûpevçûnên giran di nav PKK û Artêşa Tirkiyê de destpê kirin

Şerûpevçûnên giran di nav PKK û Artêşa Tirkiyê de destpê kirin
Şerûpevçûnên giran di navbera gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê de, li ser sînorên gundên bajarokê Sîdekan li devera Biradost destpê kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Soran (Teyfûr Mihemed) ragihand, ku demjimêr 8:30 îşev, şerûpevçûn di nav gerîlayên PKK û Artêşa Tirkiyê de, li (Şiyayê Dêl) û derdora gundên (Xelîfan, Gorreşa) li devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekan yê ser bi navçeya Soran ve destpê kirin, ew navçe jî 30 kîlometran dikeve nav kûrahiya Herêma Kurdistanê de.

Dîdevanan behsa wê yekê kirin, ku helîkopterên Artêşa Tirkiyê ji ezman ve gerîleyên PKKê bordûman dikirin û li ser zemînê jî serbazên Tirkiyê êrîş kirin.

Akinciyên gundên wê deverê, ji tirsa newêrin ji malên xwe derkevin.

Top