• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezîrê Veguhestinê hûrgiliyên projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir

Gulan Media February 12, 2022 Nûçe
Wezîrê Veguhestinê hûrgiliyên projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand; rêya trênê ji bendera Faw heta deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl projeyeke mezin e û dê sûdê bide aboriya Kurdistan û Iraqê.

Ano Cewher ji K24ê re diyar kir: “Em li Bexdayê ligel Rêveberiya Rêya Trênê ya Iraqê û Rêya Trênê ya Tirkiyê civiyan, em weke Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê, me nêrînên xwe ji bo rêya trênê eşkere kir.”

Cewher diyar kir: “Me plana xwe da herdu aliyên Iraqî û Tirkiyê, ku divê rêya trênê ji Kerkûkê were Hewlêrê û ji vir biçe Mûsilê û ji wir jî biçe parêzgeha Duhokê heta Zaxo û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, ji wir jî nava axa Tirkiyê û bi rêya Nisêbînê heta digihîje Ewropayê.”

Wezîrê Veguhestinê destnîşan kir; ev proje ji bo siberoja aboriya Kurdistan, Iraq û Tirkiyê gelek girîng e, ev ji bo welatên cîran û welatên Kebdavê jî pêgeheke wê ya girîng heye, lêkolînek heye ku kelûpelên ji rojhilat tên û diçin Ewropayê, niha di 18 rojan de digihîjin, lê belê bi çêkirina vê xetê, di 12 rojan de digihîjin û lêçûnên wê jî kêmtir dibin.

Ano Cewher eşkere kir kir; çêkirina vê xetê ji bo hemû wan welatan bi sûd e, tevî wê jî li Herêma Kurdistanê projeyeke xeta navxwe heye, ku ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê dirêj dibe.

 

K24

Top