Serok Barzanî: Ew zulma teroristan li Êzidiyên Kurd nabe jibîr bibe
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Bi boneya cejna Çileya Havînê ya ola Êzidî germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî peyayên olî yên Êzidî û xwişk û birayên me yên Êzidiyên Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim.”
Di beşeke din de jî hatiye: “Ev çejn di demekê de ye, Kurdistanê birîndarê wê karesatê ye ya ku ji aliyê teroristan ve bi ser xwişk û birayên me yên Êzidî û gelê me de hatiye, ev zulma mezin nabê were jibîrkirin.”
Serok Barzanî radigihîne jî: “Hêvîdar im ev cejn bibe destpêkek bo vegera xwişk û birayên me yên Êzidî bo jiyana xwe ya asayî û bikarin di heyameke aram û aştiyane de cejn û şahiyên xwe bikin.”
K24
