• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterekî turkmen: YNK, Gorran û Komel li dijî mafên turkmenan in!

Parlamenterekî turkmen: YNK, Gorran û Komel li dijî mafên turkmenan in!
Parlamenterekî turkmen yê Kurdistanê dibêje, YNK, Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê naxwazin ti posteke parlamentoya Kurdistanê bo turkmenan bê dayîn.

Parlamenterê turkmen û serokê firaksyona Partiya Geşedana Turkmen Mihemed Seidedîn ji BasNewsê re got, me di civîna dawî ya parlamentoya Kurdistanê de daxwaz kir ku kesekî turkmen jî bibe cîgirê serokê parlamentoyê. Lê parlamenterên YNK, Gorran û Komela Îslamî li dijî vê yekê derketin.

Mihemed Seidedîn her wiha got, tenê yên piştevaniya me kirin parlamenterên PDK û Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê bûn. Ji ber wê jî piraniya gelên ne kurd û ne misilman yên Kurdistanê zêdetir nêzîkî PDKê ne çimkî baweriya wan bi PDKê heye.

Wî parlamenterê turkmen bi vî rengî nerazîbûna xwe li hember helwesta Gorran, YNK û Komela Îslamî nîşan da: Bila ew êdî behsa mafên gelan û pêkhateyan nekin. Bila êdî gotinên mezin nekin. Ji ber ku êdî baweriya me bi wan nîne. Ew li dijî mafên turkmen û mesîhiyan in…

Basnews
Top