• Tuesday, 17 February 2026
logo

Efrîn... Erebên Xûtaya Rojhilat red dikin ji malên Kurdan derkevin

Efrîn... Erebên Xûtaya Rojhilat red dikin ji malên Kurdan derkevin
Koçberên Xûtaya Rojhilatku li Efrînê hatine bicihkirin tevîê rêkeftinê jî red dikin ji malên kurdan derkevin û xwepêşandanek pêkanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan berî 3 rojan ragihandibû ku Encûmena Sivîl a Mabeta û koçberên Xûtaya Rojhilat li hev kirine ku ew erebên Xûtayê di heyama 3 roja de ji 56 malên Kurdan ku dagirkirine derkevin û welatiyên Kurd ku xwediyên wan xaniyan in vegerin malên xwe.

Lêbelê hat diyarkirin tevî ku ji herdu aliyan komîteyek hatibû avakirin jî wan koçberên Xûtayê red kirine ku ji malên Kurdan derkevin û xwepêşandanek pêkanîn.

Di wê xwepêşandanê de erebên Xûtaya Rojhilat daxwaza rûxandina rejîma Sûriyê kirin û xwestin ku li navçeyên xwe yên berê vegerin.

Herwiha li gor nûçeya K24ê koçberên Xûtayê gef li komîtê xwarine û piştî wê çekdaên Cebhe el Şamiyê endamê encûmena Mabeta yê bi navê Arif Mihemd Elî û kurê wî Ciwan, girtin û eşkence kirin û piştî demekê ew her du jî berdan.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 18ê Adarê ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû dagirkirin û piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran Kurd ji neçarî ji malên xwe bûbûn û çekdarên ser bi Tirkiyê ve jî erebên Xûtaya Rojhilat li malên Kurdan bicih kiribûn ku heta niha jî dagirkirina malên Kurdan berdewam dike.

Piraniya xelkê navçeya Mabeta Kurdên Elewî ne û ji ber wê yekê gelek binpêkirin ji aliyê çekdaran ve li dijî wan tên kirin û navçeya Mabeta 15 kîlometre dûrî navenda Efrînê ye.

Basnews
Top