Amerîka xwe ji êrîşa li ser Îranê re amade dike
Desteya dezgeh û telefizyona niştimanî ya wî welatî ABC li ser zarê berpirsên istixbaratî ragehand ku, dibe ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji êrîşa li ser Îranê amade be.
ABC da zanîn ku, navenda nehênî Bayin Xab a li herêma bakur û ji bilî wê jî ji navendên berevanî yên Astralyayê rola wan di destnîşankirina armancên wê êrîşê de dê hebin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Astralyayê nûçe û rapora desteya ABC red kirin.
Nûçeya lêxistina Îranê ji aliyê Amerîka ve piştî wê yekê hat ku, şereke devikî di navbera Îran û Amerîkayê zêde bûye.
Berî niha serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitter a xwe, bi tundî bersiva serokê Îranê Hesen Rûhanî da û got: Heddê te ye tu careke din gefan li Amerîka bikî û heger tu yek şaştiyê bikî, tu dê rastî hin encaman bêy, ku berî te, kesên kêm di dîrokê de rastî wan encaman hatine. Amerîka nema ew welat e, li beramberî gotinên te, yên tijî kuştin û tundî, sistiyê bike, ha ji xwe hebe.
Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Îranê Mihemed Elî Cehferî wiha gotibû: ‘’Beşek ji berhemên me yên mûşekî, dikarin heya dûriya 2000 kîlometran li armanca xwe bidin û heger ev gotina min bigihêje serokê Amerîka, ti demê ew wêrekî li cem wî namîne ku gefa danîna dorpêçê li ser petrola Îranê bike.’’
Ji aliyê xwe ve Hasan Ruhanî berê dîyar kiribû ku eger ‘’Amerîka bi agir bilîzê ewê heta hetayê poşman bibe’’
Basnews
