Berdewamiya girtina kêşeye Amerîkanî di nava Tirkîyê u Amerîka de bû sedema krîzê
Cihgire Serokkomarê Tirkîye Fuat Oktay li ser malpere xwe ye twîtterê bersiva Trump û cihgire wî da u wiha got: ”Tirkî»ye develeteka huqukîye û edaleta Tirkîye li hemberî hemu kese durahîyek vekhev deye. Dîyax a me li hemberî gefên erzan tuneye. Muxatabên me yên Amerîkî divetin rezê li biryara daraza Tirkîyê bigrin.
”Berdevke serokkomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin jî daxuyanîyek nivîskî de bersiva ve daxuyanîye da û got:”Em vî zimane gefkar ye hevpeymane xwe ye NATOye qebul nakin. Reyadaren Amerîka ye heta niha li babeta Fethullah Gulen de tu gav ne avetin, dive bizanin ku bi gefan tu encaman li babeteka bin erke daraza Tirkeye de dest naxin. Dive Amerîka ve biryare dubare li ber çawen xwe bîne û wegere aste baş ye avaker.”
Wezîde derve ye Tirkîyeyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser malpere xwe yê Twitterê bersiva Trump da û got: ”Kes nikare fermanê bide Tirkiyê û gefê lê bixwe. Em li hemberî gefan nerm nabin. Rêzikên huquqê ji bo hemû kesan derbas dibe. Rêveberiya Amerîkayê divê demildest dev ji vê gotina xwe berde û vegere çarçoveya diyaloga erênî.”
Wezîrê Dadê ye Tirkîyeye Abdulhamît Gûl jî li ser malpere xwe ye twîtterê bersiv da u wiha got:”Tirkîye devleteka serwer u serbixwe ye. Doza Brunson ve ve li reya xwe de berdewam bit edaleta Tirkîye ve biryara davî bide.
Hejaye gotineye keşe Andrew Brunson bi îdiaya ku endamtî u reveberîya rexistina Gulenî kirîye u belgeyen ku xef jibo sîxurîye destxwe xistine sala 2016an hati desteserkirin u zîndankirin. jibo ve jî li gor yasayen Tirkîye heta hetaye zîndankirina wî te xwestin.
Waar.tv
