Herêma Kurdistanê daxwaza berferehkirina guftûgoyên aliyên Iraqî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiyan.
Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza berferehkirina guftûgoyan di navbera aliyan de kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo destpêkirina guftûgoyan bi aliyên ku hikûmeta nû pêk tînin bike.
Di civînê de, proseya siyasî ya Iraqê û hewla pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hat guftûgokirin. Tekezî jî li ser guftûgoyeke cidî di navbera aliyên siyasî de, rola karîger a Herêma Kurdistanê di wî warî de û hebûna aliyên Kurdistanî li Bexdayê kirin.
Herwiha danûstandinên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên kirin bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkan re jî hatin nerxandin.
K24
