Xwepêşanderên Bexdayê daxwaza bidawîbûna desthilata niha dikin
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ji Bexdayê ragihand ku xelkê Bexdayê li qada Tehrîrê bi mebesta xwestina xizmetguzariyan xwepêşandan li dar xistin û beşeke xwepêşanderan dirûşmên "Biçe Ebadî" bilind kirin.
Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir ku beşeke xwepêşanderan daxwaza guhertina sîstema parlementoyê ya Iraqê dikin û dixwazin bibe sîstema serokatî.
Herwiha hêzên ewlehiyê yên Bexdayê rêyên çûna nava qada Tehrîrê kontrol kirin û gelek xalên kontrolê danîn û hêzên artêşê, polîsê federalî û tîmên bilez li her derê belav kirin.
Bû çend roj xwepêşandan li hinek parêzgehên navîn û başûrê Iraqê dest pê kirine û xelk daxwaza guherandina sîstema parlementoyê û dabînkirina xizmetguzariyan dikin.
Herwiha nêzîkî 20 roj in xwepêşandan li bajarê Besrayê dest pê kirine, lê heta niha ti daxwazên xwepêşanderan nehatine bicihkirin. Encûmena Parêzgeha Besrayê diyar dike ku ti pere negihiştiye parêzgehê.
Serokê Lijneya Elektrîkê yê li Encûmena Parêzgeha Besrayê Mucîb Hesanî diyar dike: “Xelkê Besrayê hêj zextê li hikûmetê dikin, çimku dizanin hemû soz hibra li ser kaxizê ne, ti pereyên ku Ebadî terxan kirine negihiştiye Besrayê, heta niha jî pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin.”
Li ser daxwaza pêkanîna herêmekê ya ji aliyê xwepêşanderan ve, Mucîb Hesanî got: “Daxwaza herêmkirina Besrayê, ne nû ye, di sala 2008an de jî niştecihên Besrayê rapirsiyek amade kirin, lê encama pêwîst bi dest neket. Rewşa niha jî rê dide ku careke din ev mijar were rojevê, bi taybetî piştî îmzekirina vê xwestekê ji aliyê endamên encûmena parêzgehê ve.”
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Se'd Hedîsî diyar kir: “Di nav du hefteyên borî de Ebadî sê civîn li gel Encûmena Wezîran kirine ji bo pêkanîna şaneyên qeyranê.”
Çalakvanên Iraqî ji wê yekê ditirsin ku weke du hefteyên borî, li Bexda û başûrê Iraqê rêlibergirtina xwepêşandanan berfirehtir bibe, ku di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de 18 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 600 kes birîndar bûbûn, herwiha bi sedan xwepêşander jî hatibûn desteserkirin.
Rudaw
